Û Angry Birds a nû amade ye(vîdeo)

Versiyona lîstika bi nav û deng ya bi navê Angry Birds ya nû "Angry Birds:Star Wars" piştî li bendemayineke gellekî zêde di taliya talî de gihîşt ber destê bikarhêneran.

Ev lîstik di 8'ê Mijdarê de di gellek platforman de di derbekê de hate belavkirin û di vê lîstikê giyanê Star Wars'ê bi awayekî xweş hatiye bi cih kirin.

Di lîstikê de hemû karakterên filîmê Star Warsê heye, lê ev karakterana yan xistine dirbê çivîkan û yan jî ê berazan. Temaya tevna-zanistî li her derê listikê hatiye belavkirin û di ser re jî ev "çivîkên hêrsbûyî" bi karakterên filîmî re gellekî bi awayekî xweş hatiye pêçan.

Angry Birds StarWars gavê ji bo temama telefonên bi Androîd, tabletên Androîd, iphone, ipad, Mac OS û Windowsê dixebitin hatiye belavkirin. Lê belê ev lîstika Angry Birds'ê Star Wars di nava van platforman tevan de bitenê ji bo bikarhênêrên Androîdê belaş e û bikarhêhênerên din ji bo vê lîstikê daxînin amûrên xwe divê di navbera 0,89 û 4,95 Eûro pere lê bidin...