10 Sepanê (App) herî pêwist ji bo Iphone

Di nav App Store hûn çi bixwazin heye. Lê belê hingî gelek tişt hene gelo kîjan yên herî pêwistin?

1- iBooks : Sepana Apple ya ji bo xwendina e-pirtûk û Pdf a ya bê pere.

2- Chrome: Geroka înternetê ya ji Safari çetir û navdar. Sepan bê pere ye.

3- Whatsapp : Sepana navdar ya ji bo peyam şandinê di navbera xwe de.

4- Viber : Bi saya ve sepanê hûn dikarin sms û geryanê bê pere bikin. Lê belê ji bo ve divê xeta înternetê di navbera herdu aliyan de hebê.

5- Teamviewer: Ji bo kar anîna komputerê li ser Iphone.

6- Shazam: ji we re strana ku hûn le seh dikin û stranbêjê we dibeje.

7- Flipboard: Bêhtir ji bo IPad lê belê ji bo IPhone jî sepanek gelek baş. Hesabê xwe ye wek Facebook, Twitter, Flickr... te de tomar bikin û wek pirtûk ke bi xwenin.

8-Avplayer: Sepana herî baş ji bo kar anîna vîdeoyan.

9- Camera+ : Sepanek gelek profesîyonel ji bo foto-kêşî ye.

10- Navigon: Sepana re şanîdanê ya gelek baş. Li gor pêwistiya xwe hûn dikarin welata hilbijerin.