Appan bi rêya Itunesê kirê bike!

Şîrketa Appleê versiyoneka nû ya Itunesê belav kir. Herçend ta niha ev versiyona ceribandinê (betaversion) e, lê tê de hatiye diyar kirin ku mirov dişêt appan bi bihayekê erzantir kirê bike û di demekê diyarkirî de bi kar bîne.

Gava mideta  bikarînanê bi dawî bibe, app bi xwe dê jê telefonê bêt avêtin.

Şareza dibêjin egera serekî ya çêkirina vê versiyonê ew e da appên ku ne di astê belavkirinê da nemînin yan hîç nebe di Itunesê de bên kêm kirin.