Afirandêrê Hotmail SMSên belaş pêşkêş dike (Video)

 

Sabeer Bhatia, endazyarekî hindî, û herweha yek ji afirandêrên Hotmailê, Jaxtr SMS pêşkêş dike.

Bi rêya vê servîsê, mirov dikare SMSan belaş ji seranserî cîhanê re rê bike. Ne pêwîst e ku wergir bi xwe vê servîsê li cem xwe dakişîne, tenê ji şandêr tê xwestin ku Jaxtr SMS bi kar bîne. 

Li ser malpera Jaxtr SMS, mirov dikare vê servîsê ji bo gelek telefonên zîrek dakişîne.