Appan bi rêya Itunesê kirê bike!

Şîrketa Appleê versiyoneka nû ya Itunesê belav kir. Herçend ta niha ev versiyona ceribandinê (betaversion) e, lê tê de hatiye diyar kirin ku mirov dişêt appan bi bihayekê erzantir kirê bike û di demekê diyarkirî de bi kar bîne.

Bixwîne...

50 000 kanalên radyoyê di appekê de

Tunein Radio yek ji wan appan e yên keîfa min gelek pê têt û ez gelek bi kar diînim, Nêzîkî 50 000 radyoyên cihanê, ji wan yên kurdî, tirkî û erebî jî, di vê appê de hene. Ev app ji bo Apple û Androidê heye.

Bixwîne...

Appa Angry Birds (Çûkên tore) 500 milyon caran hatiye dakişandin

Appa Angry Birds (Çûkên tore), ku bi çend cor û versiyonan hatiye çêkirin nêzî 500 milyon caran hatiye dakişandin. Ew bi vê yekê dibe appa herî zêde li cîhanê di mobil û taban de têt bikaranîn.

Bixwîne...

Appên nivîsîna zimanê krudî di IPad û IPhoneê de

Appên nivîsîna zimanê kurdî bi tîpên latînî û tîpên erebî ji bo IPad û IPhoneê peyda bûn.

Bixwîne...

Adobeê appa Readerê ji bo IPad û Iphoneê çêkir

Appa Reader bernameyeka belaş ya ji bo xwandina fayilên PDFê ye.

Bixwîne...

Mobîla xwe bike piyano

Heger tu ji hezkerên muzîkê bî û bixwazî bibî muzîkjenekê pehlewan, appa Real Piano Pro bi kar bîne. Ev app IPhone, IPod yan IPada te dike piyano.

Bixwîne...

Dûmahiyê appa Facebookê ji bo IPadê hat weşandin

Piştî çaverkirineka dirêj, appa fermî ya Facebookê ji bo IPadê hat weşandin. Herkes êdî dikare Facebookê di IPada xwe de bi kar bîne.

Bixwîne...