260,000 wêne ji bakurê rojava Okyanûsa Aramê di vîdeoyeke şahane de bibîne

Dibe ku we heta niha wêneyên biliv ku derbazbûna demeke dirêj di demeke kurt de nîşan dide dîtibe. Ev teknîk e di wênegirîyê de bi navê Time-Lapse tê nas kirin. Her çend sanîye de wêneyek tê girtin û bi danana wêneyan li rex hevdu, filmeke balkêş jê çê dibe.

Di vê teknîkê de rûdanên ku hêdî diqewime (wek avabûna rojê) di çarçoveya wênegirîyê de li dû yek tê qeyd kirin û li dawîyê heger ev wêneye bi lezatîya normal bihê nîşan dan, wekî rûdaneke dirêj e ku bi lezgînî diqewime. Wênegirek bi navê John Eklund bi rêya vê teknîkê koleksîyoneke şahane çêkirîye. John Eklund di salekê de û bi kameraya xwe xweşikîyaşahaneji deryaçeya Craterli wîlayetaOregon heta çîya yê St. Helens li Washingtonê wêne kirîye. Eklund 260 hizar wêneyan bi qebareya 6.3 terabyta ji bo vê koleksîyonê girtîye.