Gangnam Style, rekora strana "Baby" ya Justin Bieberî heland

Gangnam Style (bi koreyî 강남스타일) navê straneke artîstê başûr-korêyî PSY e. Stran di 15'ê tîrmeha 2012'an de hat belavkirin. PSY û Yugeonhyeong pêk ve ev stran nivîsand. Bi 26ê mijdara 2012 ve vîdeo klîpa wê di YouTube de bêtir ji 880 mîlyon kes temaşe kir û rekora strana "Baby" ya Justin Bieber heland.