Ev wêneyê Photoshopî di 4 saet û 17 xolekan de hate çêkirin!

Alexander Koshelkov yê ko şehrezahiya 9 sala heyi di warê dezayî û grafîkê di photoshopê de, ew di vê vîdeoyê de diyar di ketin ka wî çawa ev wêne di 4 saet û 17 xolekan de çêkir!

HP komputereka taybet ji bo montaja vîdeoyên kamîrên RED çêdike

Dema mirov bi kamîrên RED film dike, di vê mirovî amîrên taybet hebin ji bo montaj kirinê, lewa şirketa RED di gel HP bi hevre komputerekê taybet ji bo montaj kirina filmên ji kamîrên RED çêkir.

Şaşeya "touchscreen" ya kamîra Canon EOS 650D

Wek me beriya çend rojeka behis kirî ku Canon kamîreka nû bi navê EOS 650D derêxist, di vê parçe vîdeo yê de şaşeya wê ya "touchscreen LCD" hate nîşan dan.

Canon kamîreka nû binavê EOS 650D derêxist

Kamîra Canon yan nû EOS 650D 18 megapixel e, iso 100 - 25600, 5 wêneyan di sanîyê da di girîtin, şaşeka 3 inc ya heyi û xodana du cihên gohrîna fokusî ye yek ji bo wêneyan yek taybet bo girtina vîdeoyê ye ko bi rêya edesên STM kardiketin.
Ev kamîre dikarîtin wêneyên HDR jî bi girîtin û taybetmendiya wêneyên şevê ya heyi, hejî gotinê ye ko dê EOS 650D di dîmahîya vê heîvê da kevîte nav bazarî.

Bixwîne...

30 hizar wêne ji Disney Landê di 4 deqîqeyn de bibîne

Daniel Navarrte wênegirê profesyonel e ku di navbera salekê de 30 hizar wêne ji Disney Landê girtiye û bi bihev vekirina hemu wêneyan vîdeoyeka 4 deqîqeyî amade kiriye.

Pentax kameraya xwe ya nû da nasîn

Pentax dawî model ji kameraya DSLR a xwe da nasîn. Pentax K-30 sensoreka 16 megapixelî ya APS-C CMOS û ISO ta 12800 heye ku dikare ta 25600´ê bilind bibe.

Bixwîne...

Temaşe bikin ka çawa kamêreya Canon 7D ji layê hindek kesan ve tê Test kirin!

Kameraya Touchy bi destlêdanê kar dike

Eric Siu hunermendê Hong Kongî kamerayeke nû ya wênegirtinê çêkiriye ku mirov dikare wekî şewqeyê bike serê xwe. Touchy kamerayeke taybet e ku bi du derîçeyên mezin li pêş çavên bikarhênerî hatiye bi hev ve kirin û dema ku keseke din destê xwe li bikarhênerî lê bide piştî 10 saniyeya wêne dihê girtin.

Serpêhatiyên mêşê di wêneyên Nicholas Hendrickxî de bibînin (Vîdeo)

Herdem wêne girtin karekê bi zewq e û divê ku şiyana xeyalkirinê û fantaziya mirovî gelek berfireh be da ku bikare wêneyên gelekî baş bigire. Wênegirek bi navê Nicholas Hendrickx bi rêya mêşên mirî, rêze wêneyên gelekî balkêş bi navê Serpêhatiyên mêşê (The Adventures Of Mr. Fly) girtiye ku hêjayî dîtinê ye.

Bixwîne...

Olympus dê kamîreka nû binavê TG-1 belafket

Kamîra Olympus TG-1 ya 12 megapixel û girtina vîdeoyê bi 1080p taybetmendiya bin avê ya heyi û edeseka 25mm di gel ronahiya 2.0 dişêtin ta 12 metra di bin avê de vîdeo û wêneyan bi girîtin lewma ev kamîre ji hejî bihayê xwe yê durî 400$ a ye. Ev kamîre dê di meha 6 a de kevîte nava bazarî.