Adobe Camera Raw 6.7 derkeft



Adobe versiyona 6.7 ya Camera Raw derxist, ev jî di be arîkarî ji bo wan kesên ev kamîre heyn:

Bixwîne...

Wênegirtina profesyonel bi iPhoneê digel lensa iPro yê! (Vîdeo)

Sîstema lensa iPro di rastiyê de çarçoveyeke ji bo iPhone 4 û iPhone 4Sê û delîveyê dide mirovî ku lensên profesyonel bi iPhonea xwe ve girêdin. Bihayê vê iPro yê 199 dolarane.

Bixwîne...

Kameraya sînemayî ya Blackmagic (Vîdeo)

Kameraya sînemayî ya Blackmagic şorişeke teknîkî û dîjîtali ye di sanayiya kamerayên sînemayî de. Blackmagic sensorek bi resolutiona 2.5K heye û bihayê wê 2995 dolaran e. Ev kameraye ji bo depo kirinê ji Recordera SSD bi pahnaya banda bilind bi kar hatiye.

Bixwîne...

Nikon kamîra D3200 ya 24 megapixel ji bo nuhdestpêkiran derxist

Îro Nikon nûçeya kamîra xwe D3200 belavkir û got ew dê di meha 5ê de kevîte ber destan,  ev kamîre 24 megapixel e, 4 wêneyan di sanîyê de di girîtin, ISO yê wê tako 12800;a ye, bi 30p-1080 vîdeo yê di girîtin û funksiyona WiFi ya heyi ji bo virêkirina wêneyan yêkser bo telefon û komputera. Bihayê wê di gel edeseka 18-55 dê dorî 700 dollara bîtin û ew bi taybet ji bo wênegirên nuhdestpêkira ya hatiye dirûstkirin.

RED sensorê kamîrên xwe dike 6K!

Şirketa RED ya zingîra kamîrên Red yên vîdeoyê yên binav û deng dirust dike îro sensorekê nû binavê RED Dragon da nîşandan ko 6K ye û 85 wêneyan di sanîyê de digîtin. Ev sensore ji bo kamîrên Red EPIC û Scarlet dihête bi karînan û bihayê wî 6000 dollar;in.

Canon C500 jî dê hêtin di bazarî de

Canon dê kamîreya berdewamiya kamîra xwe ya C300 ê binavê C500 di demekê nêzîk da înîte di nava bazarî de, vê kamîrê dê şiyanên 120 wêneyan di saniyê hebïtin bi 4K û 2K jî wêneyên vîdeoyê girîtin û herwesa bi formatê RAW. Biha yê wê û  demê derxistina wê bo nav bazarî ta niha ne di diyarin.

Canon dê kamîra EOS 1D C ji bo Cînemaya derxînîtin

Kamîra Canon EOS 1D C ji bo kesên heza wana li cînemayê heyi ya hatiye çêkirin, nivîsa wê ya  C  ji gotina Cinema ya hatî wergirtin, ev kamîreya 18 megapixelî wênegirtina vîdeoyê bi 4K,24fps û HD 60fps tê wênegirtin, Kamîreya SOS 1D C dê li meha 10 da kevîte di nava bazarî de belê çi biha ta nûke ji bo wê nehatine diyarkirin.

Bixwîne...

Wêneyên xewnane bi teknîka HDR (Video)

Hinek ji wêneyên siruştî weha mibalexekiriye ku mirov hizir dike ew wêneyekî xeyaliye. Ev cureyê wêneyan ku bi nermealavên (programên) grafîkî di nava siruşt û heqîqetê de ye, bi wêneyên HDR yan high dynamic range navdar e.

Bixwîne...

Kamîra Phantopn ya nû 5,850 wêneyan di saniyê da di kêşînîtin! (Vîdeo)

Vision Research îro kamîreka nû ya slow-motion (Wêneyên hêdî) binavê Phantom v642 Broadcast ber çav kir, ev kamîre ya hatiye çêkirin bi taybetî ji bo pexşên kenalên televziyonê yên yêkser "Live".

Bixwîne...

Kameraya nû ku bi lezatiya ronahiyê wêne dike

Dibe ku we careke wêneyên ku ji aliyê kamerayên pir bilez ji tiştê ku hereke dike, tê girtin dîtiye. Bo nimûne wêneya ku bi lezatiya deh hezar frames di saniye de ji guleyê ku di sêvê dikeve hatiye girtin. Grûpek di zankoya M.I.T de bi rêberiya doktor Ramesh Raskar Kamerayek çêkiriye ku sînorê lezbûnê di wênekirina de herekand. Ev kameraye dikare bi lezatiya yek trîlyon di saniye de ji ronahiya ku hereket dike wêneya bigire.