MSN îro dawî li jiyana xwe têne

Windows Live Messenger (MSN) a ku girêdayî şirketa Microsoft a xwediyê bi milyonan bikarhêneran e, ji îro û pêde gav bi gav dawî li jiyana xwe têne. 

Kesên MSN ya wan heye wê çi bikin?

Ji îro û pêde bi girtina hesabê MSNê, kesên MSNê bikartînin wê bi şîfreya xwe li ser ‘@outlook.com’ bikevin Skype yê. Bi vê yekê wê hem bikarin peyaman bişînin û hem jî bi vîdyo sohbetê bikin.

Versiyona yekemîn a MSNê sala 1999an ketibû piyaseyê û xwediyê nêzî 300 milyon bikarhêneran bû. MSN di warê peyam nivîsandinê de di rêza yekemîn de bû û Skype cihê wê digre.

(Rûdaw)