Facebook a bêyi wêneyên zaroka?



Funksiyoneka nû "unbaby.me" ji bo Facebook ê derkeft ya ko wêneyên zarokan di gûhrîin di gel wêneyên otomobîla û kûçik a, ev jî hatîye çêkirin ji layê sê kesên li New Yorkê di jîn yên ko gelek acizîya xwe ji wêneyên zarokên hevalên xwe dîtîn e di rûpelên Facebookê de. Hejî gotinê ye ko vê funksiyonê ta ko niha 40 000 like yên wergirtîn.   

Appa Youtube ji iOS 6 beta 4;ê hate ladan

Weku ya diyar ku şirketa apple iOS 6 ya beta 4 weşand û di her carekêda gelek problem çare di kirin û tiştên nû zêde di kirin, lê di vê versiona beta 4 de appa youtube hate ladan.

Bixwîne...

Îran dê înternetê girîtin û irannetê veketin!



Hikumeta Îranê ji gefa, zehmetiyên desthelatî û kêm şîyana paristina înternetê li îranê aciz bo ye, herwesa li gor gotinên wan ew naxwazin USA û Îsrail kontrolla înterneta wan biken û ji ber wê ç endê dê Îran înternetê li welatê xwe girîtin û li pêş wêve irannetê veketin ya dê pişti 18 mehên din xilas bîtin û kevîte karî, bi vî rengî hikumet dê bi destê xwe irannetê kontroll ketin.

83,09 milyon endamên Facebookê navên wan ne yên wana ne!

Di rapora Facebookê ya sê mehî de hat diyar kirin ko wan niha 955 milyon endam yên heyin li seranserî cihanê û ji wan jî 83,09 milyon (8,7%)endama navên wan ne di dirustin yan ko ne navên wan bi xwe ne "fake users", herwesa hat diyarkirin ko 4,8% ji wan endama du nav yên çêkirin di Facebookê de.

Hotmail na mîne! (Vîdeo)



Microsoft Hotmailê radike ji sîstemê xwe yê mail şandinê de û Outlook ê di dane cihê wê, sîstemê nû ji îro ve li ser nav û nîşanên Outlook.com hat berdest kirin û endamên Hotmailê di şên bi navên xwe yên kevin bikevin nava Outlookê de. Vîdeoya li ser Outlookê li vê xarê ye: 

Bixwîne...

Facebook dê şêweyê nîşandana wêneyan gûhrîtin!

Piştî demekê nêzîk de dê facebook şêweyê nîşandana wêneyan gûhirîtin di berperên endamên xwe de, di vê nûkirinê de funksiyona helbijartina wêneyên taybet jî ya heyi, wê demê wêneyên helbijartî dê mezintir bin û pêtir hêne diyar kirin.

Lêgerînên di google de bi nivîsên destî kardiken! (Vîdeo)



Google funsiyoneka nû derxist bo lêgerînan di google.com de, ew jî mirov dikare bi tiblên destan nivîsên lêgerînên google di internêtê de bi nivîsîne. li vê xwarê pêzanîn li  ser bikarînana funksiyonê û vîdeo jî bo lênerînê ya heyi.

Bixwîne...

Youtubeê funksiyona serûçava şêlî kirinê çêkir

Youtubeê funksiyoneka nû çêkir bo şêlîkirina serûçavan (face blurring) beriya mirov vîdeoyê belav bike di berperê wan de, ev funksiyona nû serûçavan di nîyasîtin û li gor xwe wan hemûyan şêlî dike bêyi ku mirov bikarê bi helbijêrîtin, bo pêtir pêzanînan bikevine di bloga Youtubê de li vêrê.

Jîyê Instagram bo 2 sal

Beriya 2 salan wêneyê yekê ji layê damezranderê wê Kevin Systrom ve di app:a Codename da hate belav kirin û sê meha pistî hîngê navê wê hat gûhartin û bo Instagram, îro 50 milyon kes wê bikar di înin, Facebookê beriya demekê kort Instagram kirî û îro xodana. wê ye.

Facebookî dêzaynekê nû bo berperê xwe yê rûdana çêkir

Facebookî dêzaynê rûdana nûkir û gelek baştir lêkir, salnameyeka baştir û dîtina rûdana di gel wênên wan, ji bo pêtir pêzanînan li ser vî babetî bikevin di malpera wan de.