Roja Sêşembî dê (Felix Baumgartner) xwe ji blindahiya 23 milan li esmanî havêjîte 'erdî (Vîdeo)


Li roja Sêşembî dê qehremanê xohavêtina ji cihên bilind (Felix Baumgartner) xwe ji bilindahiya 23 milan li esmana havêjîte xarê berev 'erdî ve.

Felix dê bi arîkariya baloneka pir ji heliumî ji erdî hête bilind kirin dema bilindahiya wî geheşte 23 milan dê ew xo ser û ser berv erdî ve berdetin tako nêzîkî erdî di bîtin dê pereşota xwe veketin da bi saxî li cihê ew bixwazîtin dadetin.
Hejî gotinê ye ko ev xo havêtine dikare gelek rekorên cîhanî bişkêne wek:
- Rekora bilindtirîn balona helium.
- Rekora bilindtirîn cihê xwe havêtinê.
- Rekora xo havêtin ser û ser ji wê bindahiyî.
- Rekora xo havêtinê bi birîna quweta dengî bi lezatiya pêtir ji 1,110 km di seatê de.

Malpera youtube dê vê xoyanê bi şêwekê yekser pêşkêşbike li roja sêşembî demjimêr 12PM li dwîf dema GMT û 03PM li dwîf dema kurdistanê.

her wesa di 1000Hizirê de jî bi şêwekê zindî dê hête veguhastin.