Salek bi ser weşana 1000Hizirê re derbas bû

Malpera 1000Hizir di 11-ê meha 11-ê sala 2011-ê de dest bi weşanê kir û di salekê de ji bo hezkerên cîhana teknolojiya û medyayê ya bi kurdî çavkaniya herî çalak û dewlemend bû. Di salekê de, nêzî hezar nûçe di malperê de hatine weşandin. Nivîskarên 1000Hizirê, yên ku bi ji teknolojiya û medyayê û li pêşiyê ji zimanê kurdî hez dikin û bi xêrxwazî dixebitin, ev in:

1- Ahmet Ayebe
2- Ali Hirori
3- Amed H
4- Hogir Hirori
5- Narin Ahmad
6- Occo Mahabad
7- Pawan H.
8- Rasti M.H.
9- Revend Şêxo
10- Şirîn Berwarî

Yeksaliya 1000Hizirê pîroz be! Bi hêviya ku di sala nû de naveroka wê dewlemendtir bibe û hezkerên wê zêdetir bibin.
Redaksyona 1000Hizirê