Heger Google belaş be çawa pera qezenç dike ?

Sala bihûrî motora gerokê ya înternetê Google,25 mîlyar Sterlîn karkirinê 5 mîlyon Sterlîn jî bêş daye dewletê.Ji vê yekê bertek mezin kişandiye ser xwe.Ji ver valahiya zagonên Îngilistanê pir kêm bêş dide dewletê û ji vê yekê bala her kesî kişandiye serxwe û bersiva vê pirsê di hişê mirovande dimîne.

''Xizmetê Googlê belaş e lê çawa pera qezenç dike?''
Google bi xwe paldariyak mezin ya reklamê ye û berhemê wan jî ê Googlê bikartînin yanê emin.Xuyaye Google kara mezin ji reklaman dike.Google rojê 1 mîlyar encama lê gerînê hilberîne û dema vêya dike jî bi milyara reklama pêşkeşdike.Di destê Googlede hewzekî mezin yê bikarhênera heye û vî hewzî de bikarhêner li ser înternetê çawa tevgerê dike û li ser bikarhêneran agahîya li vî hewzî de top dike.Agahiyên vî hewzî de top dibin bi paldariyên din û bi kiriyaran bi hevre cot dikin û bala bikarhêneran dikşînin li ser reklamên karibin bitikinîn.Google bi riya xizmetên xweyî Google ,Youtube,Gmailê bikarhêner çi digerin balawan li ser çiye û mêl ê wan li ser çiye gişî cem xwe tomardike û rûpelê malpêranda tevgerê bikarhêneran li ser çiye ji bo fêhm bike qodê di malpêrande veşartî,ji Analitik û Asense fêhm dike.Paldarî jî bi riya Google AdWords ê agahiyên li ser xwe digihînin girseyan.Xuya dibe ku kara mezin ji sedî 70 bi riya Google AdWords ê dike.Google îsal hesab dike 3,6 mîlyar dolar ji Youtube qezenç bike.Google,belaş belavkirina sîstema Androîdan jî bazara telefonên desta jî xistiye bin qontrola xwe û belavkirina reklamên ser sîstema Androîda jî karek mezin jê dike.Geroka webê ya Googlê,Google Crome jî xwedyê bazara % 30 ye.Serweriya Googlê li ser înternetê qisawetê dide gellek kesan.Her çiqwas Google diyar dike kû agahîyên bikarhênera em zêdeyî 18 meha cemxwe nahêlin em gişî xeradikin.Lê dîsa bikarhêner li ser jiyana xweyî taybet qisawetê hes dikin û gelek kes bêbawerî înternetê bikartînin.