Yahoo gelek taybetmendiyên xwe wenda dike

Li gor daxuyaniya Yahoo yê gelek taybetmendiyên nerimalava (Software) Messengerê di 14´ê çileya pêşîn (heyva duwanzdehan) de dihê jê birin. Her vê demê de odeya çat kirinê (Chat room) dihê daxistin. Û her wiha servîsa Pingbox, Yahoo! Voice Phone In û Phone Out ta 30´ê çileya paşîn (heyva yekê) dihê jê birin.