Telefon êdî wê erdhejê bi pîve.

Zanyaran sepanek wezîfa sîsmograf(erdhejpîvan)ê dibîne ji bo telefona pêşxistine.Zanîngeha Berkeleyê xebatê xweyî tomargehên sîsmîk ,di Komela Jeofîzîkê ya Amerîka(AGU)yê civîna payîzîde hat danasîn.Xebatkarê tomargehê diyarkir ku naveroka vê sepanê de lezanpîv heye û bi lezanpîvê erdhejên herî bi tundî jî kare tomar bike û bi riya tora telefonên desta danên tomarkirî bigihîne komputura bingehîn.

Lêgerîner diyar dikin ku li cîhanê roj bi roj bikarhênerên telefonên bihîş zêde dibin û barkirina bi vê sapanê,li kêra ,kengî û mezinbûna hejandinê çiqwasbû wê bê fêhmkirin û wê alîkariyak baş bê jê stendin.
Ji nav lêgerîneran Qingkai Kong diyar kir ku,em niha erdhejên ji 5 a mezintir tenê karin bipîvin lê bi telefonên bihiş yê nivşê nû,bi barkirina lezanpîva emê karibin erdhejên herî biçûk jî tomarbikin.
Lêgerîner ji bo sala bê ev sapan bê bikaranîn amadekariya dikin.Yekem ev sepan li bajarê San Francîsco yê bi kesên dîlak ve bê ceribandîn.