Xortekî kurd hesabekî Facebookê bi 600 Dolaran kirî

Xortekî Hewlêrî bi 600 Dolaran hesabekî Facebookê ji hevalekî xwe kirî, tenê ji ber ku ew hevalê wî di Facebookê de li ser asta Iraqê di rêza pêşî ya lîstikvanên biliyard de bû.
Ehmed Şahoyî, ew xortê ku ew hesab kiriye, gava hevalekî xwe bi navê Hawrê Bêdar li ser hesabê xwe yê Facebookê zêde kiriye û dîtiye ku ew xort yek e ji pêşengên lîstika biliyardê di Facebookê de, daxwaz jê kiriye ku hesabê xwe bifiroşe wî.

Ehmed got: “Çend caran min pêwendî pê re danî ku hesabê xwe bifiroşe min, pêşî ew mat ma ji ber min daxwaza kirrîna hesabê wî jê kir, lê ez li ser a xwe mam û dawiya dawî ew razî bû ku hesabê xwe bifiroşe min, me li ser 600 Dolarî li hev kir. Min pirr dixwest di pêşenga lîstikvanên biliyardê de bim di Facebookê de, lewma min ew hesab kirî.”

Hawrê Bêdar, ku di lîstika biliyardê li ser Facebookê de li ser asta Iraqê çaremîn derket, ji Rûdawê re got: “Demek bû gellek kesan dixwestin hesabê min bikirrin, lê ez razî nedibûm li ser firotina hesabê xwe, ji ber ku pereyên min ên zêde hebûn di lîstika biliyardê de di Facebookê de û di rêza pêşîn ya lîstikvanên Iraqê de bûm.” Lê gava Ehmed li ser kirrîna hesabê wî hişk dimîne, Hawrê di dawiyê de razî dibe ku hesabê xwe bifiroşe wî: “Ehmed pirr daxwaz kir û hişk bû li ser kirrîna hesabê min, lewma min hesabê xwe bi 600 Dolarî firot wî.”

(Rûdaw)