Rûsya: Amerîkayî li Marsê zindî dîtin.

Li derdorên zanistiyên Rûsya îddîa dikin ku li DYA yê,lêgerînerên Marsê(gerstêrka sor) vexuyanên jiyanê dîtine û agahiyên li ser marsê destxistine ji herkesi vedişêre.NASA yê li ser Marsê vexuyanên li ser jiyanê wek sur vedişêre.

Profesorê erdnasiyê Aleksander Portnov di bernameyek qanala Rûsî,Tv 3 de diyar kir ku li gor agahiyên ketiye deste me NASA yê kortala Gaîlê de rêçên zindiyan rasthatiye û wêneyên Marsê ji deste NASA yê hatibû belavkirin ji wan wêneyan de xuyadibû ku rêçek hestiyên aferîdeyek bi pirûsk heye.NASA yê tu rave li ser vê wêneyê nekiribû û wêne ji holê rakiribû.Dûrve NASA yê,robot 30 Cm kortek vekiriye raveyek daye raya giştiyê û bere raya giştiyê daye derek din.