Rastiya di têlefonên jîr de!

Li ser sîstena Androîdan lêkolîna herî dawî encam hatiye eşkerekirin ku rastiyek ecêbî derketiye holê.Gellek kes li ser têlefonên jîr parastina nivîsbarên ziyankar(malware) tevdîr kirine gerek nabîne.Em qasî kompîturê xwe li hemberî nivîsbarên ziyankar diparêzin,em çarîka vê parastinê li têlefonên xwe nakin.

Şîrketa ewlehiyê Trend Micro,lêkolîna li ser sîstema Androîdan ya dawîn de îddîa dike kû zêdeyî 1 Mîlyon nivîsbarên ziyankar heye. Trend Micro,bi "Mobile App Reputation Service"ê 2 mîlyon sepanên di bingeha Play Storede lêgerinkir.Derket holê ku ji her 10 sepanan de 1 heb nivîsbarên ziyankar(malware) e.Di bingeha Play Storede 2 mîlyon sepanan de 293.091 sepan,qategoriya virusên bi şewb e.Ji vê qategoriyê de 150,203 heb sepan,naveroka wan de vîrusên herî xetere têde heye.Ji van 150,203 sepanan,68,740 heb sapan çavkaniya wan Play Storede xuya dike.Yane di Play Store de 700,000 sepan hene.Ji van sepanda %22,agahiyên bikarhêneran dişine her cîhî.Agahiyên ragihandinê,agahiyên mikrofonê û numareyên têlefonê li gor xwe dişine deran.