Teoriya wî dîsa rast derket !

Fîzîkzanê bi nav û deng Albert Eînsteîn bi dehan salan dû mirina xwe jî, pişta teorîsyenên quantûma modern tîne erdê.
Li gor encamên hin lêkolînên nû li gor teoriya Eînsteîn ya îzafiyetê ku tê de dibêje dem û gerdûn ji kefê jî dûztir û rasttir e; lê dijberî vê teoriya wî teorisyenên quantûmê dibêjin dem û gerdûn encax bi qasî kefê dûz û rast be.

Her çiqas gellek sal li ser mirina Eînsteîn re bihurî be jî, bi saya lêkolînên li dû xwe hiştiye ew tim mafdar dertê. Eînsteîn di teoriya xwe ya bi navê îzafiyetê de digot, dem û gerdûn di eslê xwe de dûz û rast e, lê bitenê ji ber pêkutiya enerjî û bûjenê tewiyaye. Hin teorisyenên qûntûmê bi gûman nêzîkî vê gotina wî dibûn û digotin dem û gerdûn bi saya afirandin û wendabûna bênavber ya molekulan hatiye holê.
Lê belê ji ber daneyên nû yên ketine dest, di vê nakokiyê de gotina Eînsteîn pişt rast dike. Komek fîzîkzanên ku rêwitiya sê tîrêjên fotona yên di navbera galaksiyan de dişopînin, gava gihandina van tîrêjan ya dinyayê analîz dikin dibînin ku hin daneyên di vê kêşeyê de Eînsteîn pişt rast dike derdikeve holê.
Ev lêkolîn li Yekîtiya Dewletên Emerîkayê (USA) di Enstîtuya Teknolojîyê ya Massachusettsê (MIT) ji aliyê fîzîkzan Robert Nemiroff û hin hevkarên wî hate kirin. Robert Nemiroff encamên lêkolînê di konferansa 221. ya Koma Astronomiyê ya Emerîkayê de eşkere kir.
Fîzîkzanan, li Teqeya Tîrêjê ya Gama'yê (GIP) (ku ev teqe ji dinyayê 7 mîlyar salên tîrêjê dûr e) pêk hat, sê fotonê belavbûn raçav kirin. Teqeyên GIPê bi teqeyên supernovayê yan jî bihevzeliqîna stêrkên notronan de pêk tê û tîrêjên fotonê yên enerjiya wan gellekî berz li gerdûnê belav dike. Fotonên ji GIP a 7 milyar salên tîrêje dûrî dinyayê belav bûbû di sala 2009an de ji aliyê teleskopa Femmi Gama ya NASA'yê hatibû dîtîn. Ev tîrêjana bitenê bi navbera mîlî saniyeyekê de gihişt dinyayê.
Ji cihekî dûr gîhandina van tîrêjan ya dinyayê derdixe holê ku dem û gerdûn ji qasî tê zanîn bêhtir rasttir û dûztir e. Lêkolînvan got ku ev fotonên di heman demê de gihiştiye dinyayê teoriya Einstein ya dem û gerdûnê pişt rast dike.
Nemiroff û hevkarên wî dibêjin ku heger kefeke weke teorisyenên modern diparêzin hebûya, di vê rêwitiya dirêj de dê ev fotonana rastî gelek derban bihatina û ew ê di demên ewqasî nêzîkî hev de negihişta dinyayê. Û her weha dibêjin kefa ku tê gotin heye, heger teqez ji holê ranebûbe jî dê ev kefa gellekî nerm, rast û dûz be...