Fermî: Êkem kenala televzyonî bi navê 1000Hizir wê dest bi weşana xwe biket!

Ev demeke weşana malpera 1000Hizirê lawaz boye lê sebeba wê ewe ku nivîskarên me digel stafekê profesional bi hevra amadeya xwe diken ji bo vekirina êkem kenala taybet bi teknelojî û teknîka medyayê û sînemayê ve bi amîrên pêşkeftî û systema HD. Kenalê 1000Hizir kenalekê serbexuye û wê bernamên taybet bi teknelojyayê û teknîka medyayê u sinemayê bi xweve girît.

Di heftiya bêt de wê frequencên kenala 1000Hizir liser Nilesat û hotbirdê bên aşkera kirin û bo mawê mehekê wê bi şêwê TEST logoya me liser kenalî bêt danan ta dema kenal bi dirûstî vedibe.
Lê ez dixazim bêjim tenê ev direwa nîsanê bo ji bo ku girnijînekê lilser lidef hewe peyda bikeyn lê hîviya ku li rojekê ev direw bibe rastîyek û kenaleka teknîkî ya kurdî vebibe.
bi rastîjî ev demeke babetên 1000Hizir kêm tên weşandin lê nivîskarên 1000Hizirê her yek bikarên xwe û bi xwendina xweve mijûle, lê em her berdewamin.