Nusxeya teniktir ya PlayStation 3 hate nîşan dan

Şirketa Sony versiyona nû ji PlayStation 3 ku gelek tenik e û nêzîkî 20 ji sedî piçûktir û 25 ji sedî siviktir e ji nimûneya berê da nasîn. Ev PlayStation 3 ya nû du modelên 250GB û 500GB heye û di 25´ê vê mehê di Emerîkayê dikeve bazarê de.

Bixwîne...

Îro 30 saliya nîşana Smileyn e :-)



Beriya 30 salan wekî îro 19-09-1982 ê nîşana "Smileyn" yan ko girnijîn ji layê Scott Fahlman hat çêkirin, Scottî wêdemê li zanistgeha "Carnegie Mellon" ya Emrîka wek profesor kar dikir.

iOS 6 dê îro hêt belavkirin

Li gor nivîsên di gelek malperên teknîkî de îro li demjimêr 17:00 li dwîf dema Ewrupa dê iOS 6 hêt belavkirin, iOS;a nû dê bo van amîran karketin (iPhone5, iPhone 4S, iPhone 4, iPhone 3GS, iPod touch 4, iPad 3 û iPad 2.

Êdî bernamê Photoshop ji bo Windows XP nahêt çêkirin


Şirketa Adobe wesa ragehand ko ew ji niha wêve Photoshopî ji bo Windows XP çênaken û versiona Photoshop CS6 dê bîte dawî veriona ku ji bo Windows xp jî têt çêkirin, wan di rapora xwe diyar kir ko ya baştir ewe xelik versionên nû yên Windowsî bikar bînin.

Demê belavkirina Wii U li Ewropa hat nasîndan


Wii U dê li 30-12-2012 ê kevîte di nava bazarên Ewropa yê, hejî gotinê ye ko li Emrîka dê di 12 rojan beriya wê hête belavkirin. Bihayê wê $299,99 ji bo modêla basic set (8 GB) û $349,99 ji bo modêla Deluxe set (32 GB).

Lîstika FIFA 13 dê bi vî şêweyî bît (Video)

Demo:ya lîstika fotbolê FIFA-13 ji bo Origin û Xbox 360 ê derkeft, hejî gotinêye ko ev lîstike dê li 28/9/2012ê de ji bo Xbox 360, PS3 û herwesa ji bo PC jî kevîte nava bazarî de.

Pêşkêşkirina yekem ya iPhone!

Berî 5 sal û nîv Steve Jobs guhertineke gewre di cîhana telefonan de pêşkêş kir, iPhone!

Bixwîne...

Gelo Samsung dê Apple bide mehkemeyê ji bo teknîka 4G di iPhone 5 de?

Sibe iPhone 5 derdikeve, û cenga di navbera herdû gîgantên teknîkê Apple û Samsung berdewam e. Niha The Korea Times rapor dide ku Samsung dê Apple bide mehkemekirin ji bo teknîka 4G di telefona Apple ya nuh “iPhone 5” de.

Bixwîne...

Kesê komputera helgir ya yekê çêkirî mirî


Britten Bill Moggridge yê ku di sala 1980 ê de komputera helgir "Laptop" ya yekê çêkirî di 69 saliya xwe de bi nexweşiya canser ê mirî. Amîrê wî yê ji heman pêtir bi nav û deng komputerê "Grid Compass" e yê ku di sala 1985ê di gel Discovery çoye serbanê heyvê.

Bixwîne...

Treylera 15 deqîqeyî ji lîstika The Lost Of Us hate belav kirin (Vîdeo)

Wek ku hûn dizanin The Lost Of Us lîstika taybet ji bo playstation 3 ye ku heta niha çend treyler ji vê lîstikê ya hatî nîşan dan dan, lê niha Treylera 15 deqîqeyî ji lîstika The Lost Of Us hate belav kirin. Ev treyler e yek ji beşên vê lîstikê digel hemû rûdanên wê nîşan dide.

Bixwîne...