Mane û naskirina Logoyên otomobîlan (beşê yekem)

Logoya PORSCHE: Ev logoye nîşana deveriya bajarê Stuttgartêye. Hesp nîşana milkê Stuttaye, her weha şax û rêzên reş û sor nîşana hikum kirina padîşahiya Württembergêye.

 

Logoya MERCEDES-BENZ: Stêrka sê per a Mercedesê nîşana desthilatdarî li ser erdî, derya û esmanaye. Ev nîşane bo cara yekê li ser Daimlera 1909ê hatiye dîtin û kombînezonek bû ji bo nîşan dana taca rûmeta Benzê di sala 1926ê. Nîşana niha ya Mercedes Benzê di sala 1937ê hatiye desen kirin.

 

Logoya PEUGEOT: Yek ji otomobîlên pêşîn ji şîrketa Peugeotê bi navê "modela şêr" hatiye nas kirin ku nîşana deveriya bajarê Belfortê bû. Bajarê Belfort ciyê çêkirina yekem modela vê otomobîlêye.

 

Logoya TOYOTA: Ev logoye wek kovboyekiye bi şewqeyê mezin lê di rastiyê de sê giroverên hêkaniye ku nîşan dana dilê mişterî, dilê berhema û pêşveçûna teknîkî bi awayekî xurt e.