Elektrootomobîleke jîngehparest ya pêşerojê tê têstkirin.

General Motors plan dike ku otomobîla tecrubeyê Chevrolet EN-V li çend bajarên mezin têst bike.

 Forma vê otomobîlê ji bo bikaranîna di bajarên mezin de baş e.

- Dora 2030î zêdî 60% ji 8 miliyarên di cîhanê de dê li bajarên mezin bijîn, û ev otomobîl dê çareseriyeke baş be ji bo wan kesan, li gorî Chris Perry, berpirsiyarekî GM.

Ev otomobîl li ser betariyên litiyûm kar dike, û dikare bi şêweyeke normal di rêya pirîzê re bê tijekirin. Herweha GPS, sensoreke mesafetê û techîzeyek ji bo danûstandina bi otomobîlên din re, tê de hene. Ev tişt dê rîskên qeza û trafîka gelek kêm bike.