Mişkeke lêketinê ya nuh ji Logitech

Bi vê mişkê, ya bi navê M600, yek dikare weke mişka normal bitikîne, lê cudahî ew e, ku evaya bi lêketinê ye, ango weke lêketina telefonên zîrek.
Hîç ferq nake heger tu destrast an -çep î, tu dikarî bi rêya programekî bi navê SetPoint, ji komputer re bibêjî tu kîjan destî bi kar tînî. Mişk bêtêl e, û ji bo karkirina wê, pêwîst e yek wergirekî bixe cihê USB:yê de. 
Hêjayî gotinê ye ku di pêşangeha CES ya di destpêka salê de ev mişk xelata dîzaynê ya bi navê “International CES Innovation” wergirt.
Buhayê mişkekê nêzîka 75 dolar e, û di heyva sisiyan de berdest dibin