iPhone 5 (Video)

Şirketa Apple mobila xwe ya nû (iPhone 5) aşkira kir û emê di vî babetîda behsa wan nûyatî û gohartinên di vê mobilêda hatine kirin keyn.
Apple dibêje ku ev iPhona nû hemî ji madeya eleminyonî û şîşeyî û bi şaşeyeka mezintir û siviktir ku giraniya wê 112 giramin ku iPhone 4s ewa beriya vê 140 giram bo û stîratiya 7.6 mm ku ya iPhone 4sê 9.3 mm bo.

- ŞAŞE

Sebaret şaşeya iphone, apple şaşeya wê mezintir lêkirye niha boye 4 inc bi diqeta 1136×640 lê berya niha 3.5 inc bo bi diqeta 960×640.

- 4G LTE

di iPhone 5 de systema nû ya 4G LTE lê hatiye zêde kiri ku mrov dikare bi lezatiya 100Mbps filan download bike.

- PROCESSOR

herwesa processorek nû di iPhone 5 de heye bi navê A6 ku ev processore ducaran ji yê iPhone 4S bi leztire.

- CAMERA

Di kamîreyê de gelek guhartin lê nehatine kirin lê 25% biçîktir lêkirye û niha bi systema PANORAMA wêne dihln girtin.

- BATTERY

Batriya wê baştir lêkiye ku niha dikare 8 seetên berdewam yên bikar înana înternêtê kar bike û dikare 225 seetên bêy bikar înan bimîne.

- DENG

Niha 3 microphone di iphone da hene 1 li binî û 2 li serî ku yek ji wana li singî û yek li piştê,
herwsa Headphonen nû ji bo iphone hatin çêkirin ku dengê wana gelek baştire.

- CONNECTOR

Bo yekem car ji belavkirina iphone li 2007 ê were, apple kabilê iphonê di gohre, ku kabilekê nû binavê Lightning hat aşkira kirin ku ev kabile gelek ji yê kevin biçîktire.

- iOS6

Systema nû ya iOs6 têdaye ku gohartinên mezin têda hatîne kirin, weku gohatina appa googlemap bi appeka nû ya taybet b apple ve, safari dikare bi FULLSCREEN kar bike, di siride gelek update hatine kirin.

Herwesa hî dikarin temaşey vê video yê biken ku bi dirêjî liser iphone 5ê ji layê şirketa applêve hatye drostkirin.

hîn dikarin iPhone 5ê li 14 vê mehê daxaz biken ji bo kirîne û li 24 vê mehê dê li 9 welatan li bazarên Apple hêt firotin û herwesa berî dawiya vê salê dê li welatên dî hêt firotin.