Leonardo DiCaprio xweşbîn e ku Oscara xwe bi "J. Edgar" î wer bigire (Video)

Posterên filmê "J. Edgar" bi derhênana "Clint Eastwood" û bi ekterî ya "Leonardo DiCaprio" hat nîşan dan.

"Leonardo DiCaprio" li filmê "J. Edgar" de, di rola J. Edgar Hoover avaker û serpolîsê federala Amerîka (FBI) yê  lîstikê dike û her weha Naomi Watts, Armie Hammer, Dermot Mulroney, Ed Westwick  û Josh Lucas ji ekterên filmî ne.
Sînaryo ya filmî ji "Dustin Lance Black" e, ew berî nuha sînaryo ya film ê (Milk) li sala 2008 ê nivîsî bu.
"J. Edgar" çîroka jîyana yek ji bihêz tirîn, şerxwaz tirîn û bisir tirîn kes li qirnê 20 ê de ye.
Her ji nuha filmê "J. Edgar" bi derhênana "Clint Eastwood" î, û "Young Adult" bi derhênana "Jason Reitman" û filmê "Extremely Loud and Incredibly Close" bi derhênana "Stephen Daldry" î şansa wergirtîna Oscar ê hene.
Filmê "J. Edgar" yekem hevkarî ya Leonardo DiCaprio di gel Clint Eastwood î ye û Leonardo hêvîdar e ku di gel vî filmî Oscar a baştirîn lîstikvanê kur bi dest bîne.