Pêşketina teknolojîyê di kurt e filmê Plurality de bibîne

Plurality kurt e filmeke aksiyon û zanistî xeyalî ye ku di sala 2012´ê de ji aliyê Dennis Liuî ve hatiye çêkirin. Film bi temamî şahane ye û derhêner mebesta xwe bi awayekî îqnaker pêşkêş dike.

Şereke jidî ji James Bondî di bin avê de bibîne

Skyfall berhemeke din ji zencîrefilme James Bondî ye ku di sala 2012´ê de ji aliyê derhênerê brîtanî Sam mendesî ve hatiye çêkirin. Sehneyek ji filmî di bin avê de hatiye wêne kirin ku hûn dikarin pişt sehneya vê sequenceyê ku di birka avê de hatiyê wêne kirin di vîdeoyê de bibînin. Birka avê ku ji bo filmî hatiye bikar înan 10 ta 20 metra kûr e û 1,2 milyon lître av tê de heye.

Michael Moschen û nimayişa guleya krîstalê

Labyrinth filmeke fantazî ye ku di sala 1986´ê de hatiye çêkirin. Di pişt sehneya filmî de hûn dikarin nimayişa guleya krîstalê ji karên hunermend Michael Moschenî bibînin ku hevkariyê digel lîstikvanê serekî yê filmî David Bowie dike.

Bixwîne...

Kurt e filmê BOO!

BOO! kurt e filmeke komedî ku di sala 2012´ê de ji aliyê derrhênerê awistraly Rupert Reid ve hatiye çêkirin û xelata baştirîn kurt e filmê komedî, baştirîn berhemhêner, baştirîn derhêner û lîstikvanê mêr yê herî baş ji Tropfest Awistralya û Kilda Film Festival ve bi dest îna.

Logoyên şirketên navdarê Hollywoodê çawa hat çêkirin (beşê duyem) (Video)

Metro-Goldwyn-Mayer (MGM): Leo şêr

Ev Logo ye bo cara yekê li sala 1924an de ji alîyê "Howard Dietz" bo şirketa "Goldwyn Pictures" hat nexşdan.Hejî gotinê ye ku heta nuha 5 şêr li logo ya şirketa "Goldwyn Pictures" de hat bi kar anîn.

Bixwîne...

Logoyên şirketên navdar yên Hollywoodê çawa hatine çêkirin (beşê yekê) (Vîdeo)

Çîroka Logoya DreamWorks: kurekê piçûk ku li ser heyvê rûniştiye û bi darê masîgiriyê xeyala digire.

Di sala 1994ê de şirketa DreamWorks bi hevkarîya 3 kesan hate ava kirin. Steven Spielberg (derhênerê navdar), Jeffrey Katzenberg (rêveberê şirketa Disney) û David Geffen (berhemhênerê sînemayê) avakerên şirketa DreamWorksê ne.

Bixwîne...

Sky Movies 007, treylereke xewnane ji hizireka xewnane

Li parçeyek ji filmê 007 de kombînezonek ji li peybûna otomobîlan di filmên James Bondî bi awayekî xewnane hatiye çêkirin.

Demsala Kerkedan berhemeke nû ji derhênerê kurd Bahman Ghobadi (Vîdeo)

Dawî berhemê derhênerê kurd Bahman Ghobadi bi navê demsala Kerkedan (Rhino Season) ku li welatê Tirkiyeyê hatiye çêkirin di dawiya îlonê (heyva nehan) de li Stenbolê dihê nîşan dan.

Bixwîne...

Kurte filmê The Guilt (La culpa) ji David Victoriî

Kurte filmê The Guilt yan bi Spanî La culpa yek ji berhemên gelekî xweş ji David Victoriê Spanî ye ku di sala 2010´ê de hatiye çêkirin û gelek xelat ji festîvalên filman wergirtiye.

Bixwîne...

Anomalisa stop-motion anîmasyonek ji Charlie Kaufmanî (Vîdeo)

Anomalisa filmeke stop-motion anîmasyon e ku ji aliyê Charlie Kaufman derhênerê filmên (Being John Malkovich, Adaptation û Eternal Sunshine of the Spotless Mind) ve hatiye nivîsandin. Film li ser kesekê binavûdeng behs dike ku li welatî digerê û bo xelkê di axive û axaftina wî dibe sedema hindê ku jiyana gelek kesan bihê guhertin.

Bixwîne...