Portfoya filmên zanistî xeyalî ji hatinhandê

Di vê parçe vîdeoyê de xweştirîn muzîk, xweştirîn film û xweştirîn redakte kirin ji portfoya filmên zanistî xeyalî ji hatinhand's channel ve hatiye amade kirin.

Bixwîne...

Endustriya anîmasyona Ewropa di pey pêşerojên nû li Korêya başûrê diçe

Bajarê Busan li Korêya başûr mêvandarê 35 berhemhênerên filmên anîmasyonên Ewropa li hevdîtina sêyem di Cartoon Connectionsê de bû. Ev berhemhênerên Ewropî digel heftê kar danên welatê Korêya yê ji bo pêşketina behremendiyên sînemayî di navbera Korêya başûr û Ewropayê giftûgo kirin.

Kompaniya Walt Disney jiyana Chimpanzeeyekî wêne dike

Chimpanzeen nûtirîn dokumenter filme ku ji aliyê kompaniya Walt Disney ve hatiye çêkirin. Wêne kirina filmî li Peravê Diranfîl (Ivory Coast) hatiye pêk anîn. Film çîroka rast li ser jiyana Chimpanzeeyekî piçûk e bi navê Oscar. Alastair Fothergill derhênerê filmî di bêje: "dema ku me dest bi çêkirina filmî kir jiyê Oscarî bi tenê şeş hefte bû, û ez û gropê me yê wênegiran sê salan jiyana wî wêne dikeyn."

Ashton Kutcher dê bi rola Jobsî rabît

Beriya çendekê wesa hatibo gotin ku wê lîstikvanek bi rola serokê kumpaneriya Apple "Steve Jobs"î rabît di filmekî de.
lê niha ew tiş aşkiira bo ku lîstikvan "Ashton Kutcher" dê ew kes bît ewê bi rolê wî rabît di filmê "Jobs: Get Inspired" de, ev filme dê li dur salên 1971-2000;ê de vegerît û derhêner Mark Hulme wesa da diyar kirin ku wî Ashton Kutcher helbijart ji ber ku ew gelek weke Steve Jobsî ye.

Bixwîne...

Nêrînek li ser çêkirina filmê Battleship

Battleship Aksiyoneke xweşik û bi heyecane ku îsal hatiye çêkirin. Peter Berg derhênerë filmiye û Rihanna stiranbêja navdar, Liam Neeson û Taylor Kitsch lîstikvanên filmî ne. Butçeya filmî 200 milyon dolaran tê texmîn kirin.

Yariya angry birds dikeve di nav sînema û televîzyonê de

Șirketa Rovio ku yariya angry birdsê çê dike ragehand ku zencîreya televîzyonî û her weha filmê sînemayî ji vê yariyê demekê nêzîk de dikeve di nav sînema û televîzyonê de. Zencîreya televîzyoniya angry birds di 53 xelekên 3 deqîqeyî de dihê nîşan dan û her weha filmê sînemayiya angry birds di sala 2015ê de dikeve di nav sînemayên cîhanê de.

Beşê duyem ji zencîreya televîzyonî "Game of Thrones" rekor şkand

Beşê duyem ji "Game of Thrones" 6.3 milyon bîner hebû ku rekoreka nûye ji bo vê zencîreya televîzyonî ku di kanala HBO de hatiye nîşan dan. Beşê yeke ya vê zencîreya televîzyonî bi navengî 3.9 milyon bîner hebû. Game of Thrones ji aliyê David Benioff û D.B. Weiss ve û li gor romanên pirfiroş bi navê "A Song of Ice and Fire" a George Raymond Richard Martinî ve hatiye çêkirin.

Hejmar di filman de

Ev videoye wek pêşbirkeyek ji pêzanînên te li ser hejmara filman çê kiriye. Tu navê çend a dikarî bêjî ?

Bersiv li jêr hatiye nivîsandin

Bixwîne...

ABC yên dirinde

Ev videoye wek pêşbirkeyek ji pêzanînên te li ser nîşan yan sernivîsên filman çê kiriye. Tu navê çend a dikarî bêjî ?

Luminaris bi temamî efsûn e

Kurt e filmê Luminaris di sala 2011ê de ji aliyê derhênerê Arjentînî Juan Pablo Zaramella ve hatiye çêkirin.