Ji Kovara Time, ji bo Google Glass'ê Pesindayin;

Kovara Time, weke her sal îsal jî îcatên salê yên herî balkêş rêz kir û îsal projeya Googlê ya berçavka jîr "Google Glass" jî xiste nava van îcatana.

Her çiqas em di derbarê wê de zêde tu tiştî nizanibin jî, bi saya hin vîdeo û danasinên Google di der heqê wê de dike, kêm zêde hin fikrên me li ser Google Glassê çê bûye û jî ber van vîdeo û danasinana em têdigêhêjin ku ev Google Glass projeyeke ku bêtir ev Google Glass weke navîgasyon û agahiyên derdora wê gavê mirov lê be bê bikaranîn.

Google Glassa pişta xwe spartiye Augmented Reality ango Rastiya Zêdekirî, di sala 2014'an de bi buhayê 1.500$'î ew ê li Dewletên Yekitiya Emerîka bê firotin

Li gorî Kovara Time, Google Glass berçavkeke ku kompîtur pê hatiye entegre kirin û bi saya vê berçavkê mirovên dikaribin hevdîtinên vîdeoyî bikin, wêneyan bigrin û parve bikin, bikevin înternetê û nevîgasyonê bi kar bînin..

Her çiqas heta sala 2014'an ev amûr negihêje ber destê bikarhênêran jî ev Google Glass Explorer Edition ji niha ve ji bo projekaran ketiye pêşsiparîşan...

Weke me li jorê jî got tevî ku hîn ev amûr nehatiye ber destê bikarhinêran jî edîtorên Kovara Timê ji niha ve ew xistiya nava îcatên herî baş yê 2012'an û xuya ye ku edîtorên kovarê gellekî di bin bandora vê vîdeoya li jêr de mane.