Arîşeya Şarjê Ji Holê Radibe

Teknolojiyeke arîşeya şarja têlefon û tabletan ji holê rake peyda bû.

Teknolojiya ku ji aliyê lêkolînerên Zaningeha Yale'yê hatiye dîtîn û navê Bulk Metallic Glasses (BMG) lê kirine, bi saya ardûyê mîkro enerjiyeke hîn erzan, hîn zexm û hîn xwezaparêz ava dibe. Bi vê teknolojiya nû re arîşeya şarjê ya amûrên mobîl, tablet, jîrfon û laptopan ji holê radibe...

Li şûna bataryayan dê ev bê bi kar anîn û ev bi saya amûreke elektrokîmyasal hîdrojen û oksîjenê li nav hev dixe û pê re bi tenê av û tîn derdikeve holê. Lê niha ev teknolojî gellekî buha ye, ji ber vê hindê lêkolîner ji bo ku ev teknolojî hîn erzan bigihê ber destê bikarhêneran xebatê xwe didomînin.

Amûrên nû ji camên metalîk yên kevn tê afirandin. Ev camên metalîk yên ku tên tewandin, ji bataryayên niha em kartînin gellekî emirdirêjtir e.

Ardûyê niha di amûrên mobîl de tê bikaranîn, ji pola û sîlîsyûmê tê afirandin. Sîlîsyûm bi hêsanî tê tewandin lê di ragihandina elektrîkê de ne ewqasî kêrhatî ye. Pola jî dibe sedemê korozyonê. Ji bo sûda wan bê zêde kirin divê pola û sîlîsyûm bi elementekî taybet bê pêçan lê ev jî buhayê zêde dike. Lê bi saya camên metalîk yên kevn ev arîşe çareser dibe.