Hevrikek nû û kêmbiha ji bo iPad ê derket

Amazon - Kindle Fire

Şirketa Amazon (Tablet)ek nû aşkira kir bi navê "Kindle Fire" yê kêmbiha ku dibîte hevrikek ê baş bo amîrê berniyas iPad ê.

Di konfiransekê rojnamevanîda "Kindle Fire" bi bihayê 199 dolaran hat nimaîş kirin, bi şaşeyeka 7 înc û (Internet Browser)ekê nû bi navê "Amazon Silk".

her di vî konfiransî da serokê Amazon Jeff Bezos berhemê "Kindle Touch" aşkira kir ku ewjî amîrek xandinê yê eliktrunî û dest kirinê ye ankê bê (dikme)ye.