Fûtbol ji bo koran bi alîkariya dengê 3D hêsantir dibe (Video)

Ev du taximên fûtbolê ne ku dê li dijî hev bilîzin. Taxima yekê dibîne, lê ya didiwan na.
Lê mercê vê lîstikê ew e, ku mirov dê guhên xwe bi kar bîne, ji bo ku bilîze.

 Bi alîkariya berçavk û guhik, appeke iPhone koodîneyan dide mirov, û wê demê mirov dikare bêyî pirsgirêkine mezin bilîze. Navê vê tecrubeyê "Sound of Football"e, ango dengê fûtbolê.
Koordîneyên lîstikvanan, topê û golan bi rêya vê appê dibin deng di 3D de. Ev sîstem ji alî şirketa Tracab ve hatiye pêşkêşkirin, û ji 18 kamereyan pêk tê. Ev 18 kamere planê hemû dixwînin.
Ev app ji alî Society 46 ve hatiye çêkirin. Girêdayî mirov xwe çawa dilivîne, dengine cuda ji guhikan ve derdikevin. Nimûne: Heger mirov berê xwe bide golê, dengekî tê, û heger mirov li topê binêre, dengekî din tê.
Ev teknîk dikare bibe alîkariyeke mezin ji bo kesên kor an jî ji kêmdîtinê aciz in.