Kartên banka yên nû bi şaşeya LCD ê (Vîdeo)

MasterCard şêweyekê nû yên kartên bank a derxist binavê "Display Card" ew jî bi şaşeyeka biçûk a LCD di nava kartê da ya heyi û bi dikmên touch kar di ketin, MasterCard ê ragehand ko ev kartên banka dê li destpêka sala 2013ê de bes li Singapore hêne belavkirin û dê di paşerojeka nêzîk de li welatên di jî hên belavkirin, herwesa wana da diyar kirin ko ev cure kartên banka dê di paşerojê de bi şaşeyên LCD yên mezin tir peyda bin.

Bixwîne...

Ji Kovara Time, ji bo Google Glass'ê Pesindayin;

Kovara Time, weke her sal îsal jî îcatên salê yên herî balkêş rêz kir û îsal projeya Googlê ya berçavka jîr "Google Glass" jî xiste nava van îcatana.

Bixwîne...

LaCie a USB yeka nû derxist

LaCie USB yeka nû derxist ya ko bi xeleka zincîrên kilîlka ve di hête bestin, ev USB ye 8, 16 û herwesa 32 GB a ya heyi û bihayê wê $14.99, $22.99, $39.99 a ye. Ev USB ye di malpera LaCie de di hêt kirîn.

Japan Display şaşeyên pileyên berz nîşan dide

Şirketa Japan Display ya ko bi hevkariya Sony, Toshiba û Hitachi yê projeyên xwe bi rêve dibe çend şaseyên pileyên berz û zirav nîşan dide, ji wan şaşeyan şaşeka 7 inc e ya ko 2,560 x 1,600 pixel e.

Kamerayên Zîrek Derdikevin!

Projeyeke ku di derbarê kamerayên ewlehî û parastinê de li Zanîngeha Carnegie Mellon'ê tê meşandin heger bi serkeftî biqede ew ê di rewşa van kamerayan de şoreşekê pêk bîne.

Bixwîne...

Wêneyên bi lîzerî li ser pişta iPhone 5ê tên nexşekirin

Wêneyên bi lîzerî dişên bihên nexşandin li ser pişta iPhone 5ê, ji berko pişta wê aluminum e, ji bo çêkirina van cure nexşan di vêtin amîrê nexşên lîzerî hebîtin.

Samsung Galaxy S III a biçûk hat pêşkêşkirin



Samsaung soza xwe bi cih îna û îro Galaxy S III mini pêşkêşkir, şaşeya wê ya 4 inc modlêla WVGA ye , Android 4.1, processor ê 1GHZ dual core, 1GB RAM, kamîra 5 megapixel, 720p video û herwesa cih 8GB û 16GB.   

Erebana zarokan ya bi lezatiya 48 km di seatê de tê hajotin (Vîdeo)

Kesekê binavê Colin Furze yê ko heza şkandina rekorên tiştên seyir heyi erebaneka zarokan çêkir ya ko taqeta 10 hespî, çar gêr û lezatiya 48 km di saetê de tên hajotin û ya ko di be rekora cihanê bo lezatiya erebanên zarokan.

Bixwîne...

Samsung Galaxy S III ya biçûk dê sobahî kevîte nava bazarî



Samsung roja belavkirina Galaxy S III mini "Samsung a biçûk" diyar kir ew jî dê sobahî di 11-10-2012 ê de kevîte nava bazarî, berpirsê beşê telefonan yê Samsungê JK Shin diyarkir ko dê şaşeya vê telefonê 4 inc bîtin û eve çareseriyeka başe bo kesên hizir diken şaşeyên telefonên Samsungê yên beriya nûke di mezin bon.

Mircrosoft teknîka levîna destî di komputera de bi 3D çêkir

Microsoft teknîkeka nû çêkir binavê "Digits" bo bi karînana komputera bi rêya lepikên destî yên ko livînên tiblên destên mirova bi 3D nas diketin, bi arîkariya vê teknîkê mirov di şêtin listikên komputerî û herwesa karên rojane yên komputerî jî  bi rêve bi betin, li gor Microsoft dê di paşerojeka nêzîk de ev teknîke kevîte di nava bazarî de.