Çantên seferê yên paşerojê ew bixwe li dîf mirovî ve dihên (Vîdeo)

Di teknîkeka nû de çantên seferê yên binavê "The Hop" hatin çêkirin yên ko bi rêya smartphone ve di hên naskirin û ew bixwe li dîf mirovî ve dihên bêyi ko pêwîstiya li dîf kêşana wana hebîtin.

Bixwîne...

Eye-Fi Mêmorî kartên bêy wayer (Wireless) aşkera dike

Eye-Fi yek ji wan şirketên herî ber niyas li cem hezjêkerên wêne girtinê jober mêmorî katan.
Beriya niha evê şirketê mêmoriyên 8 GB amade dikirin, lê niha wê mêmorî kartên 16 GB û bi (Wireless)ê kardiken amade aşkera kir.

Bixwîne...

Data li ser şoşey tên xezin kirin!

Niha em gelek amîran bika di înîn ji bo xezin kirina fail û data yan weke (Flash memory, Hard drive, CD,...) gelekên din. lê xezin kirina datayan di nav van amîran de gelek wextî namînin anko zî xirab dibin çi bi şikestina amîrey, bi pila germatiya beriz anji bi avê.

Bixwîne...

Li Kalîforniya dê otomobîlên bê şofêr hên hajotin (Vîdeo)



Duhî parêzgerê Kalîforniya "Jerry Brown" projeyê şerketa Google yê otomobîlên bê şofêr "Googles projekt Drive" qebûl kir, berpirsê Google ê Sergey Brinî da diyarkirin ko wan gelek test bi wan otomobîla li ser cadên Emrîka kirîne û ew di dirêjahiya 483 000 km de hatine hajotin bê ko çi rûdan çê bibin.

Bixwîne...

Vimeo funksiyonên pare wergirtinê ji bo endamên xwe çêkirin

Vimeo malpera nişandana vîdeoya du funksiyonên nû çêkirin da ko endamên wan yên "Vimeo Plus û Pro" bi karin para werbigrin bi rêya nişandana vîdeoyên xwe li ser malperê, birêya funksiyona binavê "paywall" kesên temaşevan para di den xodanê vîdeoyê û funksiyona "Tip Jar" ya ko temaşevan bixwe para dikete diyarî bo wan vîdeoyên ew hez jê diken, hejî gotinê ye ko Vimeo dê 15% ji wan para bo xwe raketin. Ev funsiyone dê li destpêka sala 2013 ê de karken di malperê de.  

Di frokên paşerojê de dê hebûna telefon û internêtê peyda bîtin



Di firokên paşerojê yên Boeing 747-8 û 777 dê telefon û internêta WiFi dinava firoka de hebin, li gor raporeka şerketa Boeing dê ev teknîka nû di dîmahiya sala 2014 de berdest bîtin.

Glopên ronahiyê bi WiFi kar diken!

Di projeyê "LIFX" yê Kickstarter de yê pêşketina teknika glopên ronahiyê binavê "The Light Bulb Reinvented" hat sazkirin, bi rêya app:eka taybet bo amîrên iOS û Android mirov di şêtin bi WiFi ronahiyê kêm û zede biketin, rengên ronahiyê biguhrîtin, ronahî li gor mûzîkê kar biketin û gelek funksiyonên din yên taybet yên heyin.

Kartên nano-SIM yên telefonan bi vê rêyê bibire

Her wek ya diyar ko telefona nû ya iPhone ê û herwesa Nokia Lumia 920 bi kartên nano-SIM kardiken, ger mirov bixazîtin karta telefona xwe bi destên xwe bi birîtin dê bi vî rengî birî.

Bixwîne...

Kasêtên dengî bi rêya vî amîrê iPhonê di bin e MP3!



Wergêrana muzîk û fileên din yê dengî ji kasêtên misecilê ne herdem ya hêsane, bi rêya vî amîreyi mirov dişêtin dengî ji kasêtê yekser bêxîte ser iPhone yan jî iPod a xwe, ev amîre bi komputerên PC û Mac jî kardiketin. Bihayê wî 80 dollarin û li vê malperë de di hên kirîn.

Samsung di vê vîdeo ye de Behsa Galaxy Note 2 ê di ketin


Samsung di mawê 13 deqîqa de behsa telefona xwe ya nû Galaxy Note 2 û funksiyonên wê diketin.