Samsung Galaxy Note II hat nîşandan (Vîdeo)



Samsung Galaxy Note II hat nîşandan, vê telefonê şaşeyeka HD Super AMOLED 5.5 inch (1 280 x 720 16:9) ya heyi, Android 4.1, qelewî 9.4 mm, granî 180 xiram, quad-core Exynos processor 1.6GHz, 2GB RAM, Bluetooth 4.0, kamîra foto 8 megapixl, video 1080p û herwesa cihê microSD yê ta 64 GB a yê heyi.

Bixwîne...

Robot ê bi çar desta amîrê Drums ê lê dixîne!

Robetekê bi çar desta bi amîrê Drums ê stirana Ramones "Blitzkrieg Bop" lê dixînîtin û ew serê xwe jî di ber de di hejînîtin. Eve jî stirna Ramones "Blitzkrieg Bop" a orginal e:

Bixwîne...

To bi xwe mobîla xwe drost bike (Video)

OwnPhone mobileke ku to wê dîzayna wê daynî û jimarên xwe keye têda daku bibîte mobîla te ya taybet, lê ev mobile ya bêy şaşe û dokmeye, tenê navên wan kesên te tomar kirîn têdane u digel dikmeya bersivdana peywendoyan.
Ev mobile li birîtanya heye bi nêzîkî 87$ dolaran têt drost kirin.

Bixwîne...

Basa herî mezin di cîhanê de



Îro basa herî mezin di cîhanê de "Auto Tram Extra Grand" hat pêşkêşkirin, ev base 30 metra ya dirêje û cihê 256 kesan tê de dike. Hejî gotinê ye ko av base ya li bajêrê Dresden li Elmaniya hatiye çêkirin ji bo çend welatekên li Asia û Emrîka latînî.

Adidas pêlaveka bi şaşe çêkir

Adidas pêlava "Social Media Barricade" ya bi şaşe çêkir da nivîsên twitter ê bihên xandin li demê werzişê de, şandina nivîsan bo pêlavê bes li ser lînkê @adidasbarricade çê di be.

Li kafêtêriyayên Starbucksê navê xwe bêje dê parê qehwa te hête dan!



Bi rêya sîstema "Square" ya nû ya para danê wek app di kevîte di telefonên iPhone û Android ê de mirov di şêtin bes navê xwe bêjîtin û dê sîstema Square para bi rêya telefonê ji ser hisaba mirovî kêşîtin, li gor gotinên "New York Times" ev sîsteme ji layê damezranderê Twitterê Jack Dorseyî ve hatîye çêkirin û dê di demekê nêzîk de li 17 000 kafêtêriyayên Starbucks li seranserî cîhanê hête bi karînan.

Bi arîkariya teknîkeka nû şivanê pezî bi SMS a dizanê ko Gorg hatîn pezê wî!



Li welatê Swîsrayê teknîkeka nû ji bo paristina pêzî ji Gorga tê amadekirin, bi arîkariya zincîreka ko bi stûyê pêzî ve tête girêdan û ya ko lêdana dilî dixwîne, ew zincîre SMS:a ji şivanê pezî ra di şîne dema lêdanên dilê pezî zêde di bin. di têstekê da hat diyarkirin ko lêdanên dilî ji 60-80 di gehine 225 dema gorg nêzîkî wana di be. 

Bi arîkariya Wi-Fi yê mirov li rexê din yê dîwara tên dîtin!

Lêkolîner Karl Woodbridge û Kevin Chet li University College London sîstemeka nû îna ber dest ji bo dîtina livînên mirovan li rexê din yê dîwarî ew jî bi arîkariya Wi-Fi ya ko pêlên radioyê dixîne di stîratîya dîwarên ta 30cm a de. Ev sîstema nû dûratî, hatin û çûn û herwesa lezatîya hatina mirovan di bîne.

Lîstikên Fifa-13 dê bi vî rengî di Kinect de karketin!

Di vê parçe vîdeo yê de tê diyarkirin ka lîstikên Fifa-13 dê bi çi rengî di Kinect de karken, mirov dikarîtin tektîka lîstikvanan û pêzanînan ji wan ra bişîne bi rêya dengê xwe.

Google Earth a 3D bo iOS ê derkeft



Google app:a xwe ya Google Earth ji bo iOS ê nûkir, tiştê herî balkêş di vê nûkirinê de wêneyên 3D ne yên bajêrên wek San Francisco, Los Angeles û Rom ê û herwesa funksiyona "Tour Guide" nîşandana cihên xweş û taybet. Appa bi funksiyona 3D li ser iPhone 4S, iPad 2 û iPad3 kardiketin.