"Soloshot" amîrê ji bo filmkirina xwe bêyi ko pêwîstiya wênegirî hebe!

Eger mirov bixwaze xwe bi xwe film biketin û çi heval yan jî wênegir li gel mirovî ne bin, wêgavê ya baş ewe mirovî Soloshot hebîtin.

Bixwîne...

Agir bi dengî di hête vemrandin

DARPA ya arîkariya projeyên pêşxistinên netewyî û leşkerî li Emerîka di ketin rêyeka nû bo vemrandina agirî dît, ew jî bi dengî ji du deng derên biçûk li herdu rexên agirî di hêtin, ji bo pêtir pêzanînan bikevin di malpera wan de.

Şehna biçûk ya ji bo amîrên Android û Apple

şehna "iBattz" ya biçûk gelek ya taybete, bi rêya wê amîrên Apple yên wek iPhone, iPod û iPad ê û herwesa amîrên Andorid ê jî şehin di ketin, şehina iBattz ê cihê micro-SD kartê jî yê heyi û kilîlka vekirina SIM kartên iPhoneê jî ya pêve heyi, bihayê wê 25 dollarin.

Nivîsên pertûkên paşerojê piştî du meha jê di çin!

Weşanxaneya Eterna Cadenica ya Ercentînî di projekê xwe yê nû de pertûkên nivîsên wan piştî du meha jê di çin çêkirin, li gor dîtina wan dê xandevan pertûkên xwe bi vî rengê zutir xwînin û pertûkên nû dê pêtir hêne firoştin.

Radioya taybet ji bo hamamê

Amîrên elektronî û avê herdem problêmên xwe hebûn bes ne piştî vê pêngava nû ya çêkirina radioya H20 ya bi avê kardiketin û taybetmendiya hamama heyi, dema ava serşoyê tête vekirin radio dest bi karînanê diketin û dema av dihête girtin radio jî tête girtin, bihayê radioya H20 dorî 60 dollara ye.

Microwave çawa kardike?

Endaziyarê teknîkî "Bill Hammack" nîşan di de ka çawa firna gerimkirinê "Microwave" karê xwe dike û xarina gerim dike.

Beriskerên dengî bi muzîkêre di reqisin

Şirketa Tovbot beriskereka dengî binavê Shimi ji bo telefonên iPhone û Android çêkir ku bi muzîkêre di reqisîtin, ew dê di vê heftiyê de li konferensa Google I/O hête nîşan dan, bi rêya vê beriskerê nivîsên mirovî yên Facebookê û Twitter jî tên nîşan dan.

iPhone dibe pîvera hewayî!

Pîvana pêlên hewayî dê hêsan tir bîtin bi arîkariya amîrekê biçûk ji şirketa Shaka û bêgûman divê iPhonêk jî hebe, pîver hewayi di pîvtin û herwesa pêlên germatîyê jî di bînîtin, ev amîre dê di demekê nezîk de kevîte nava bazarî û dê bihayê wî 60 dollar bin.

Biskilêt jî di firin!

Bisklêtên li hewayi difirin dê di meha 9a de li welatê Çîkoslovakiya li International Engineering Fair hêne pêşkêş kirin, giraniya vê bisklête 85 kîloye û bi lezatiya 50 km:ra di saetê de têne hajotin, ev vîdoye nimoneke ji rastiya wê.

Ev Mehfîre pêlava paqij diketin!

Paionia Furyokuki mehfîrekê çêkirî ko cerîfkê paqijkirinê ye jî û pêlava paqij di ketin, dema mirov pêlava xwe di danîte ser vî mehfîrî konên firçeyi ve di bin û pêlavê paqij di ketin, ev mehfîre dê bi 6000 dollara di hêne firoştin.