Raxistina textê razanê bi teknîkeka nû

şîrketa Ohea textekê razanê çêkir ko bi xwe tê raxistin/rastkirin bi arîkariya çend motorekên girêdayi bi textî ve, ev jî di vê balîfk, çarçeva textî û text bi xwe jî ji wê şirketê be de ta karbiketin.

Funksiyona SIRI di otomobîla da

Funksiyona SIRI ya ko di telefonên Apple de binav û deng dê di otomobîlên paşerojê jî da hebîtin û BMW dê bîte şirketa yekê bo çêkirina vê funkiyonê di
otomobîlên xwe yên sala bihêtin de û dê navê funksiyonê bîte "Eyes Free", gelek şirketên di jî dixwazin vê funksiyonê di paşerojê de bêxine di nava otomobîlên xwe de wek şirketa Land Rover, Mercedes, Toyota, Honda, Jaguar, Chrysler, GM û Audi.

Bixwîne...

Mobîl telefonên orîjînal û sexte çawa tê naskirin

Heger te divê bizanî ku mobîl telefona te li kî derê hatiye çêkirin û kalîteya mobîla te çi qas e, li destpêkê şîfreya *#06# lê bide. Piştî nivîsandina şîfreyê hejmara 15 reqemî dibînî.

Bixwîne...

Kontrola MOGA ji bo aletên androidî

PowerA kontroleka bluetoothî ya nû bi navê "MOGA" yê da nasîn ku ji bo aletên androidî hatiye çêkirin. PowerA kontrola xwe ya MOGAyê di pêşangeha E3 de ku 5 ta 7´ê vê mehê dihê danan nîşan dide.

Bixwîne...

Mînî PC ya Linux Mint hate dîzayn kirin

Dîzaynerên Linux Mint û Compulab vê hefteyê de bi hevkariya grûpekê pispor mînî komputerek bi navê MintBox dîzayn kiriye ku ji sîstema tevgera pir hezkirî ya "Linux Mint 13/Maya" yê ve bi kar hatiye. Linux Mint niha bilez di qonax mezinbûn û pêşveçûnê ye û mînî PC ya MintBox di rastiyê de Compulab fit-PC3 ye ku di endazeyên 3″ x 6.3″ x 1″ înçî de hatiye çêkirin. Ev komputere techîz kiriye bi grafîka Radeon HD yê û her weha processora AMD yê.

Telefona herdu rex şaşe!


Bi hevkarî û kirin di navbera şîrketa NTT DoCoMo û Fujitsu de telefoneka bi şaşeka du rexî ya şefaf çêkir, ev jî dibe destpêkeka baş û mezin bo pirojeyên paşerojê yên bi vî rengî.

Keyboard;a Logitech bi enerjiya rojê kar diketin

Logitech Keyboard;eka nû binavê K760 çêkir ya bi enerjiya rojê kardiketin.
Di vê Keyboardê de sê cihên amîrên Apple yên pêve heyîn û mirov dişêtin hersê amîra di heman wext de pêkve girêdetin û biguhrîtin. Dema batiriya wê şehin di bîtin ew têra dorî sê saeta diketin.

Bixwîne...

Alcatel OT986 smart mobîla nû ji şirketa Alcatelê

Şirketa Alcatel yekem smart mobîla xwe bi navê Alcatel OT986 da nasîn. Dîzayna şaşeya vê smart mobîlê wek Samsung Galaxy Nexusê ye, lê şaşeya wê 4.5 înçî ya HD ye û piçûktire ji modela Galaxy Nexusê.

Bixwîne...

Beroşka Japonîya çêkirî hewceyi têkvedanê naketin

Diktorê Japonî Hideki Watanabe beroşkek bi şêwekê nû çêkir binavê Kuru-Kuru Nabe, rexên vê beroşkê zivrokên avê cêdiketin lewma mirov qet hewca naketin xarina xwe têkvedetin.

Keştiya bi enerjiya rojê kardiketin li dor dunyayê zivirî (Vîdeo)

Keştiya binavê Turanor ya bi enerjiya rojê kardiketin geryana xwe ya li dor dunyayê piştî 18 mehan bi dîmahîk îna.
Çêkirina keştiya herî mezin di cîhanê de "Turanor" ya li ser enerjiya rojê kardiketin 26 milyon dollarên Emrîkî lê çûn, dirêjahîya wê 30 metr, firehiya wê 15 metr û cihê enerjiya rojê 537 metrên çarguşeye. 

Bixwîne...