Yekem firîna balafira Solar Impulse di nava du kîşweran de (Vîdeo)

Balafira Solar Impulse ku bi enerjiya rojê kar dike di yekem firîna xwe de ji Swîsre yê bo bakurê Afrîka yê di fire. Solar Impulse di firîna xwe ya 2500 kîlometrî de li welatê Spanya yê dihê xwarê da ku pîlotê balafirê bihê guhertin. 

Bixwîne...

Lenovo ya A720 teniktirîn komputer bi şaşeya 27 înçî ya Touch (Vîdeo)

A720 navê nûtirîn All in oneên bi hêza Lenovo ye ku berî çendakî li pêşangeha CES hate nîşan dan. Ev komputera bê keys, bi şaşeya 27 înçî ya Touch û processora Core i7-3610QM Ivy Bridge techîz kiriye. Bihayê vê komputerê 1850 dolarane.

Bixwîne...

3D systema Komputerî bi tiblên destî tê kontrol kirin (Vîdeo)


Şirketa Leap Motion projeyê livînên systemê 3D yê ko bi tiblên destî têne kontrol kirin pêşkêş kir.
Tê goton ku ev systeme 200 cara ji systemên îro di bazarî de heyî zîtir û baştir kar dike, tiştê pêdivî ewe mirov USB ya wana bi bihayê 70 dollara bikirîtin û bi komputerê xwe veketin, ew jî dê li destpêka sala bihêt hête dinav bazarî de.

Bixwîne...

Wêneyên HD yên 100 înçî li pêş çavên we digel berçavika ST1080´ê (Vîdeo)

Berçavika Silicon Micro Display ku modela wê ST1080 e, dikare wêneyên 2D û 3D yê bi kalîteya 1080p û bi meziniya şaşeya 100 înçî bîne li pêş çavên we. Ev berçavike niha bi bihayê 799 dolaran li bazarî de tê firotin.

Bixwîne...

Ceribandina şaşeya Nokia Lumia 900´ê

Malpera Gsmarena vîdeoyek ji smart mobila Nokia Lumia 900´ê belav kiriye ku di vê vîdeoyê de endamên TechCraveê şaşeya Nokia Lumia 900´ê test dikin.

Kontrol kirina robotîk BrainGate ji aliyê pêlên mejiyê

Şirketa teknolojiya pêşketî bi navê BrainGate duhî destê robotîkî çêkiriye ku bi pêlên mejiyê mirovî tê saxtî kirin. Helbet ev kare ji aliyê sensorekî bi 96 elektroda hatiye pêk anîn ku bi rêya bi hev ve kirin di hundira korteksa tevgera mejiyê, guhdariyê bi pêlên mejiyê mirovî dike. Ev robot e li ser pîrejineka 85 saliya şelelî hatiye test kirin ku 15 sal e nikare dest û pêyên xwe bilivîne.

Destgorkên telefon!

Destgorkên binavê `Golve one` yên telefon ji layê dêsayner Bryan Cera ve yên hatine çêkirin, bi tiblên destî mirov dikarîtin telefona biketin û werbgrîtin, bêguman eve pêngaveka başe belê SMS virêkirin bi rêya van destgorkên telefon hêşta pîçekê ya bi zehmete.

Amîrê demjimêra ji xew rakirinê bo iPhoneê

Pirojê dirûstkirina demjimêreka ji xew rakirinê bo iPhonê  bi arîkariya Day Maker ji bo du iPhone:a yê destpêkirî, mirov dê şêtin wextê ji xew rakirinê bi rêya iPhone:a dirûst ketin û wê xête di nava vî amîreyi de û ew dê mirovî ji xew raketin wek demjimêreka kilasîkî, ev amîre li bere di sala 2013 bi dûmahîk bihêtin û bihayê wî dê li dûrî 100 dollara bîtin.

Nîşan dana eyneya bîrtûja Androidî li japonê (Vîdeo)

Di pêşangeha Expo Mobile li welatê japonê şirketa Seraku wek kompaniya Samsungê ku berî niha di CES 2012´ê de pencereya dîjîtalî ya xwe nîşan dabû, dest bi pêşkêş kirina eyneya bîrtûj kir ku bi bikar anîna sensorên RF delîveyê dide bikarhênerî da ku bê dest lê dan bi eyneyê û tenê bi nêzîk kirina destê xwe bi eyneyê naveroka vê eyneya bîrtûj kontrol bike.

Bixwîne...

Şirketa Audi jî Bisiklêta çê dike (Vîdeo)

Şirketa Audi bisiklêta elektrîk ya xwe ya nû bi navê Wörtherseeê nîşan da. Wörtherseeê ji fibera xurt kiriya karbonê hatiye çêkirin û motora elektrîk ya wê 2,3 kîlowat e ku bi bateriya lithium-ionê nêzîkî 44 mîla dikare biçe. Kêşa vê bisiklêtê 24 pund yan 11 kîlogram e.

Bixwîne...