2015ê dê înternêt 50 megabit/çirkê da di balefira da hebîtin!

Şîrketa Satelaîta mezîn Inmarsat û anrika Honeywell peymana înternêta di nav balefirda y dê 50 megabit/çirkê da bîtin nivêsnd, Honeywell amîre û programên wê înternêtê dirûst diketin û Inmarsat bi rêya satelîtên xwe wê di de karî.

TheO mobîla te wekî topa lîstikê lê dike (Vîdeo)

Îroj lîstikên cure cur ji bo mobîlan (Smartphone) tê çêkirin û mirov bi rêya şaşeya mobîlê yariyê dike. Lê TheO cudaye ji lîstikên din, çunkî bi bikar înana wê hun dikarin mobîla xwe wek yariyê lê bikin û bi avêtin wê yariya Hot Potato yan Bowlingê bikin. Ev lîstike ji aliyê Physical Apps ve hatiye dîzayn kirin ku sê lîstikên belaş ji li ser TheO nîşan dide.

Bixwîne...

Robotên helîkopter birca 6 metreyî ava dikin

Di navenda teknîkiya FRAC li Orléans a Fransayê de ji bo yekem car robotên helîkopter hate nîşan dan ku dikarin birca ava bikin. Ev projeye ku ji aliyê Gramazio, Kohler û dîzaynerê robotan Raffaello d'Andrea yê Îtaly hatiye çêkirin, şêweyekî nû ya hizirîn ji bo mîmariyê û pêşveçûnên fîzîkî dînamîkiya ava kirinê nîşan dide.

Robotê li ber zîndaniya jî hat çêkirin!

Li koriya başûr robotek hat çêkirin binavê Robo-guard da li ber zîndaniyên zîndana ve bîtin, vî robotî kamîrên 3D yên heyin û karê xwe bi serbexo diketin û herwesa mirov dişêtin bi rêya iPadê jî karên wî destnîşan bike.

Saeta bîrtûj ku li ser bingehê Androidê hatiye çêkirin

Saeta bîrtûja Sony (SONY Smart Watch) aletetekî piçûk e ku li ser bingehê Androidê hatiye çêkirin. Ev alet e dikare bi rêya Bluetoothê bi telefonên Androidî di hundirê bêrîkê de bihê girê dan û gelek kar û agahiya wekî xwandina mesaja, posteya elektronîk (Email) û kontorol kirina netverka civakî (Social network) ji aliyê wê beyî ku telefon ji berîkê bihê derê tê encam dan. Bihayê vê saetê 150 dolarane.

Êlekên ewleyiyê ji bo rizgar kirina masîgiran

Di birkeka avjeniyê di bajarê Trondhjem li welatê Norwêcê, lêkolîner projeya lêkolîna xwe ji bo çêkirina yekem êlekên ewleyiyê (Safety Vests) ji bo rizgar kirina masîgiran tecrûbe diken. Ev êlekên ewleyiyî ku ji aliyê yekîtiya Ewropayê hatiye desen kirin dema qezaya xeniqînê sensorên vê êlekê sînyala xeterê dide û êlek tijî hewa dibe û dihê ser avê.

Yariya şetrencê bê livandina destan

Lêkolînerên zanistgeha teknolojiya Berlinê teknîkeke nû bi kar înan ku mejîyê mirovî bi komputerê ve bihê girêdan. Di ceribandinekê de yarîkerê şetrencê li ber şaşeya lîstikê rûniştiye û bêyî ku destê xwe bi morika nêzîk bike, ciyê wan di guherîne. Pêlekên verêkerî ku bi şewqeyê Electroencephalography ve girêdaye ji aliyê mejîyê yarîkerî tê wergirtin û yarîker destûrê di wergire ku bes bi hizira hereketa bi dû de yariyê bike.

iPad;a xwe bike MACBOOK Pro

Li Japonê qalkeka iPadên 2 û 3 dike laptop yan jî MACBOOK pro derkeft, vê qalka giraniya wê 680 giram e, di nava wê da bluetooth, keyboard û cihê USB;ê jî yê heyî. Ev qalke bes li firoşgeha Rakuten ya Japonî dihête firoştin û bihayê wê 5,980 YEN e yan ko 75$ ê Emrîkî.

Mîkserê iPadê yê dengî çar kanale (Vîdeo)

Mîkserê binavê (Io Mix) yê dengî ji bo iPadê hatiye çêkirin, vî mîkserî çar kanalên dengî yên heyin û li ser karebê kar di ketin.

Bixwîne...

Scanner;ê biçûk

Șirketa Planon scanner:ekê biçûk yê wek pênosekî dirûst kir binavê Scanstik SK600 ji bo scanner;kirina berperên reş û yên rengîn jî.

Bixwîne...